ÎSTANBÛL
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di çarçoveya "guhdarkirina derqanûnî" û "sîxurî"yê de hatin binçavkirin, derket 99an.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser îdiayên di nav ewlekariyê de "rêxistina parelel" operasyon da destpêkirin. Di çarçoveya "guhdarkirina derqanûnî" û "sîxurî"yê de jêpirsîn dest pê kir. Di vê çarçoveyê de der heqê 115 wezîfedarên ewlekariyê de biryara binçavkirinê hat dayin.
Hat ragihandin ku ji 115 wezîfedaran 99 wezîfedar hatin binçavkirin.
Operasyona ku duh serê sibê dest pê kir hêj jî dewam dike.