Önder Beyter
18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Li Şirnexê otomobîlek totî newalê bû û 3 kesên tê da bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otomobîla ku ajokarê wê Celil Ecer (34) û plaqeya wê jî 07 EZY 80 ye, li 5emîn kîlometreya rêya Şirnex-Cizîrê li xaçerêya pîşesaziyê serî ji ajokar sitand û totî newalê bû.
Di qezayê da ajokar Ecer û herdu rêwî Zubeyir (59) û Ganime Karaalp (57) bi giranî birîndar bûn.
Birîndarên ku bi destê ekîbên îtfaiye û 112 Servîsa Bilez ji wesayîtê hatin derxistin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.