ANKARA
Hunermendê kurd Şivan Perwer der barê serdana xwe ya Diyarbekirê ku dê dawiya hefteyê digel Serokê HKIFyê Mesûd Barzanî bike, li ser medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî da. Perwer got: "Hatina min ya Diyarbekirê ya ku biryara wê me ji nişkê ve da, ne ji bo piştgiriya tu partî an jî hereketan e. Ez ê bi qasî ku wextê min têrê bike, biçime serdana nûnerên Amedê yên hatine hilbijartin û saziyên civakî yên sivîl."
Şivan Perwer bi gotina "Endamên çapemeniyê yê hêja û xelkê min" dest bi daxuyaniyê kir û da zanîn ku li ser ricaya Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî biryar da ku here bajarê qedim Amedê. Şivan wiha dewam kir: "Bi tenê armanceke me heye û ew jî ew e ku em piştgiriyê bidin aştiyê. Lewra "aştî" hebûneke pîroz e û di her qada jiyana civakî de ji mirovan re lazim e."
Şivan Perwer bangî hemû aliyên Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin aştiyê, ji hev hez bikin, hevkarî û biratiya xwe xurt bikin û rêz û hirmetê nîşanî firk û ramanên hev bidin. Jixwe ez ê jî bi tenê ji bo vê, sibê li Diyarbekirê bim. Ji yên di hepsan de heta yên di sirgun, çiya, parlamento û meqemên eledar de, hemû kesên ku di vê rêyê de ked û xebat daye re ez li ber raya giştî ji wan re spas dikim. Ez ji Xwedayê Mezin jî, ji bo kesên ku bi dilê aştiyê dixebitin metanet û sebrê dixwazin."
Perwer diyar kir ku biryara çûna wî ji nişkê ve hat dayîn û wiha pê de çû: "Min li ser ricaya Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî ji nişkê ve biryar da ku ez biçime Amedê. Ji ber vê jî, tu amadehiyên min yên qonserê çênebûn. Niha Amed ji dil û can ji bo aştiyê diqêre. Ev bi salan e ku daxwaza min a herî mezin ew bû ku ez li Amadê bi gelê xwe re bêm bal hev û li qadan bi wan re stranên xwe bêjim. Min dixwest ku ez digel hemû hevalên xwe yên hunermend û rewşenbîr yên li sirgunê dijîn hatibama Diyarbekirê. Xwezî hemû kesên ku ji ber fikr û ramanên wan yên siyasî ketine hepsan serbest bihatana berdan û me bi hev re li Amedê govend girtiba."
Perwer da zanîn, du roj têrê nakin ku ji Amedê têr bibe û diyar kir ku dê cara ewil here ser gora dayika xwe. Perwer got: "Ez dixwazim bi malbat û hevalên xwe re bêm bal hev û hesreta bi salan e didome xilas bibe. Ez dixwazim biçime li her derê welatê xwe û gelê xwe hembêz bikim."
Perwer anî zimên ku hatina wî ya Diyarbekirê ya ku biryara wê ji nişkê ve daye, ne ji bo piştgiriya tu partî an jî hereketan e û wiha dewam kir: "Ez ê bi qasî ku wextê min têrê bike, biçime serdana nûnerên Amedê yên hatine hilbijartin û saziyên civakî yên sivîl."
Perwer destnîşan kir ji 40 salan zêdetir e ku bi huner û dengê xwe xizmeta gelê xwe dike û wiha got: "Ez û gelê xwe em ji hev gelek hez dikin. Ev hezkirina me jî dê heta mirinê bidome. Çawa ku min li hemberî zilmê stûyê xwe netewand, ez ê eynî wisa ji bo aştî, xweşbînî û hezkirinê jî bi stranên xwe têkoşînê bidim. Bila her kes bizane ku ez tu caran pişta xwe nadim gelê xwe, ji sedaqata gelê xwe dûr nakevim. Bila tu kes hewl nede ku netifaqiyê bixe navbera min û xelkê min. Daxwaza min a herî mezin ew e ku li Tirkiyeyê hemû rewşenbîr û hunermend piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê. Ez dixwazim piştî vê serdanê, careke din bême welatê xwe, Amed di serî de li her derê bigerim û ji bo xelkê xwe konseran bidim. Ez bawer im ku ewladên gelê min yên fedakar dê min fêm bikin û pişta xwe bidin provokasyonan."