Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Mustafa Kamalak çû serdana Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê.
Hat destnîşankirin ku Kamalak ji bo beşdarî civînên partiya xwe yên li herêmê bibe hat Diyarbekirê û bi nûnerên hin saziyên civakî yên sivîl re hat bal hev. Kamalak di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li bajêr de çû serdana Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê.
Li gor daxuyaniya şaredariyê Kamalak tevî Serokê Bajêr ê Seadetê Fesih Bozan û hin endamên partiyê hat serdanê û li meqama seroktiyê bi Kişanak û Wekîlê Seroka Şaredariyê Firat Anli re hat bal hev.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin.