Li Koşka Çankayayê di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de civîna ewlehiyê hat kirin.
Civîna ku tê de polîtîkayên ewlehiyê û geşedanên dawîn ên li herêmê hat nirxandin, di saet 20.55an de dest pê kir û bi qasî 2 saet û nîvan dewam kir.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga, Wekîlê Musteşarê Serokwezîrtiyê Ergîn Ergul, Musteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan di civînê de amade bûn.