ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Serokbajarên partiya xwe ya li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat lidarxistin bû û li wir axivî. Serokwezîr di axaftina xwe de bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û got ku projeya me ya yekîtiya neteweyî û biratiyê, kesên ku li ser xwînê projeyên xwe birêve dibin aciz dike.
Erdogan bûyerên ku li Misir û Ukraynayê diqewimin mînak nîşan da û got ku taşeron û kesên ku li hundir û derveyî welat tên bikaranîn, hin hincetan nîşan didin û nahêlin ku dawî li êrîşan bê. Serokwezîr da zanîn ku ev êrîşên li şexsê wî, li hevalên wî, li hikûmetê, li kesên ku deng dane AK Partiyê nayên kirin, kesên ku wiha difikin jî şaş in. Ev êrîş rasterast li ser gel, li ser hizûra gel, li ser baweriya gel, li ser nirx û pêşeroja gel tên kirin.
Serokwezîr wiha dewam kir:
"Tu feydeya van êrîş û çalakiyên kuçeyan ji CHP, MHPyê û HDPyê re nîne. Tu kes nikare ji van êrîşên siyasî, îdeolojîk, rêxistinî sûdê werbigre. Em li pêşberî van êrîş, hincet û provakasyonan sekinîne, tu caran serê xwe li ber van natewînin û em ê vê sekna xwe bidomînin. Piraniya gelê min sedema êrîşan fêm kir û di 30yê adarê de bi ya xwe kir. Lê daxwaza me ew e ku kesên bawer dikin ku ev çalakiyên li taxan tên kirin bê sûc in, bila çavên xwe vebikin û rastiyê bibînin. Ji kerema xwe re bila binêrin da ku ew nivîsên her roj di rojnameyan de tên weşandin û ew dixwînin yên kî ne û armanca wan çi ye. Bila bala xwe bidinê da ku rêvebirên televizyonan kî ne. Bila bala xwe bidinê ew kî ne ku her roj bernameyên ku gel tehrîk dike û dike kuçeyan kî çêdike û diweşîne. Ji kerema xwe re bila bala xwe baş bidinê da ku li pişt hesabên tweetan ên sexte kî hene, kî rêvebiriya wan dike."