Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de got ku "1ê sermawezê dê ji bo Tirkiyeyê bibe destpêkeke nû. Ji her kesê dixwaze ku ev hilbijartin ji bo dîroka me ya demokrasiyê bibe qonaxek, daxwaza min ew e ku teqez bila dengê xwe bidin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di mitînga li Diyarbekirê de bangî gel kir.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de got ku "1ê sermawezê dê ji bo Tirkiyeyê bibe destpêkeke nû. Ji her kesê dixwaze ku ev hilbijartin ji bo dîroka me ya demokrasiyê bibe qonaxek, daxwaza min ew e ku teqez bila dengê xwe bidin. Ez bi taybetî bangî birayên xwe yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dikim, ji mîhengên van teroran, ji tehdîdê van çeteyan, ji şantajên wan netirsin. Bêyî ku hûn qet bitirsin, bi awayekî serbilind herîn ser sindoqê. Em hemû bergiriyan digirin."
Serokwezîr Davutoglu got ku "Ma pirsgirêkên me tune? Helbet hene. Ma di rabirdûyê de xeletiyên me çênebûn? Helbet çêbûn. Lê belê merak nekin, îradeya çareseriya van hemû pirsgirêkan, di çarçoveya biratiyê de îradeya çareseriyê me de ye. Em dê hemû bi hev re ji van pirsgirêkan xilas bibin. Em dê van jî ji van rojên dijwar jî bi hev re derbas bikin. Li vî welatî dê tu birîn vekirî nemîne. Tu ji tu birînê xwîn neçe. Ew kesê qesdê aramiya me dike, kî dibe bila bibe dê li hember edaletê hesabê bide."
- "Ez rikê kesên dixwazin ku dilan parçe bikin ve ji bo yekkirina dilan hatim"
Davutoglu qal kir ji bo ku bi Diyarbekiriyan re hev helal bikin, biaxivin, sohbetê bikin, dilê xwe bikin yek hat Diyarbekirê û wiha axivî: "Ez rikê kesên dixwazin ku dilan parçe bikin ve ji bo yekkirina dilan hatim. Ez ji bo ku cejna cumhurê Cejna Cumhuriyetê bi we re di nav we de pîroz bikim hatim vir. Em êdî hemû cejnan li Diyarbekirê pîroz dikin. Ez cejna qurbanê vir bûm, em di Cejna Cumhuriyetê de jî vir in. Piştî van rojên biêş înşeallah dê li Diyarbekirê her roj bibe cejn."
Davutoglu got ji bo ku bi diyarbekiriyan re "di rojeke taybet" de bê bal hev, wek roja mitîngê ev roj hilbijart û wiha axivî: "Min xwest ku ez di rojeke xweş û watedar de bêm. Ji ber ku yek ji bajarên me yên ku Cejna Cumhuriyetê herî zêde watedar e Diyarbekir tê. Ez ji vir di serî de şehîdên me yên Şerê Îstiqlalê dibêjim ku Xwedê rehma xwe li hem birayên me yên ku ji bo yekîtî, selamet, rûmet û biratiyê vî welatî şehîd ketin bike. Ne tenê ji Diyarbekirê, li her derê vî welatî mirovên me, gelê me ji bo îstiqlala xwe canê xwe dan."
Welatiyên di qadê de dirûşmeya "PKK bila qehr be" berz kirin. Davutoglu li ser vê yekê wiha axivî: "Kesên ku bira ji bira re kirin dijmin, dixwaze bila PKK be, dixwaze bila DHKP-C be, dê hemû qehr bin. Dê ew hemû li hember îradeya we ya biratiyê hemû dê teqez li hember dîrokê hesabê bidin."
- "Kesê ku qesdê aramiya me dike kî dibe bila bibe dê li hember edaletê hesabê bide"
Davutoglu wekî "Dînê me yek e, qibleya me yek e, rabirdûya me yek e, dahatûya me yek e, her tiştê me yek û bi hev re ye" û wiha axivî:
"Ma pirsgirêkên me tune? Helbet hene. Ma di rabirdûyê de xeletiyên me çênebûn? Helbet çêbûn. Lê belê merak nekin, vîna çareseriya van hemû pirsgirêkan, di çarçoveya biratiyê de vîna çareseriyê me de ye. Em dê hemû bi hev re ji van pirsgirêkan xilas bibin. Em dê van jî ji van rojên dijwar jî bi hev re derbas bikin. Li vî welatî dê tu birîn vekirî nemîne. Tu ji tu birînê xwîn neçe. Ew kesê qesdê aramiya me dike, kî dibe bila bibe dê li hember edaletê hesabê bide.
Ew kesên ku Firatê 12 salî qetl kirin, Şeyhmûsê çeleng ê ku di şorbefiroşekî de garsoniyê dikir, Şeyhmûsê xerîb qetl kirin, Osman Begê ku di heyama amadehiya daweta kurê xwe de çû şorbefiroş ku şorbeyekê vexwe qetl kirin, li rêya Erzirom - Kemahê xaltika Makbûle ya 60 salî qetl kirin teqez dê hesabê bidin. Teqez dê hesabê bidin. Firat zarokekî 12 salî yê ku di heyama lîstikê de bû, Şeyhmûs birayekî me yê ku derdê wî nanê wî bû, Osman welatiyekî me yê ku derdê wî zewicandina kurê wî bû, xaltiya Makbûle hêj dixwast ku çendî salan ji neviyên xwe hez bike. Ev welatiyên me yên di halê xwe de, birayên me yên egîd ên welatiyên Komara Tirkiyeyê, ev birayên me yên egîd ên kurd bûn hedefên gule û mayînên rêxistina terorê."
- "Medenî Konak şehîdê me yê demokrasiyê ye"
Davutoglu destnîşan kir ew kesên ku li Nisêybînê Serokê Navenda Kordînasyonê ya Hilbijartinê ya AK Partiyê bi "bêbextî" kuştin teqez dê hesabê bidin û wiha axivî: "Wisa zen dikin ku dê ev kurdên egîd, ev tirkên egîd, ewladên vî welatî li hember êrîşên wiha bêbext dê paş de gav biavêjin, dê bitirsin, bitirsin ku deng bidin. Diyarbekiriyên ezîz, diyarbekiriyên egîd, ez li ser navê birayê me Medenî Konak ji we dipirsim, ez li ser navê emanetê wî ji we dipirsim, ma hûn li hember van êrîşan ditirsin? Paş de gav diavêjin? Ma hûn sindoqan ji tu kesî re dihêlin?"
Davutoglu got ku Xwedê rehma xwe li Medenî Konak bike û serê xizmên wî sax be û wiha axivî: "Ew êdî di dilê me de şehîdekî demokrasiyê ye." Davutoglu xwest ku kesên di qadê de ji bo Medenî Konak Fatîheyek bixwînin.
- "Ma hûn şahîd in"
Davutoglu destnîşan kir ku îqtidara AK Partiyê dawî li hemû zilman anî û got di sala 2002yan de ji bo ku vê rewşa nebaş baş bikin dest bi xebatê kirin.
Davutoglu got "Me seranserê 13 salan ji bo ku şopên qirêj ên Tirkiyeya berê paqij bikin me têkoşîn da" û ji kesên li qadê pirsa "Ma hûn şahid in ku me serî li hember hemû qedexeyan rakir, ew qedexe ji holê rakirin, li Tirkiyeyê dawî li pergaleke wesayetparêz anî?" pirsî. Bersiva "Belê" dan Serokwezîr Davutoglu li ser vê yekê wiha axivî:
"Me niha çawa li hember wê pergala wesayetparêz têkoşîn dabe, Diyarbekir ma tu amade ninî ku li hember van terorîstên dixwazin ku bira bi destê bira bidin kuştin, dersa herî xurt bidin? Gelo em mil bi mil in, em bi hev re ne, dilê me bi hev re ye? Ma em ê di 1ê sermawezê de bi heman hestan dilê xwe deynin sindoqê? Em dê yekîtiya dilên xwe nîşan bidin? Ma em dê biratiya xwe wek deng neavêjin sindoqê? Ma hûn dê di 1ê sermawezê de dîsa ji bo îqtidara AK Partiyê ya ku dawî li van hemû neheqiyan anî re bibêjin tenê serê xwe li ser kar?
- "Ez gelek hez dikim dema hûn dibêjin 'Serok Ahmet"
Kesên di qadê de hemû bi hev re ji pirsê Davutoglu re gotin "belê". Li ser vê yekê Davutoglu got ku dê eşqa wan a ji bo Diyarbekir tu carî xilas nebe. Kesên di qadê de dirûşmeyên "Serok Ahmet" berz kirin, li ser vê yekê Davutoglu wiha axivî: "Her çiqas hin kes jê hez nekin jî ez gelek jê hez dikim dema ku hûn dibêjin 'Serok Ahmet', wekî tirkmenên yoruk bangkirina we."
Serokwezîr Davutoglu got ku kurd, tirkmen hemû ji bo wan yek e û bi kurmancî got ku "ser seran û ser çavan."
- "Carekî din bibêjin ku bila ji Qendîlê bibihîzin"
Serokwezîr Davutoglu bi bîr xist dema ku cara din hat Diyarbekirê gel dirûşmeyên wekî "tirk û kurd bira ne, kesên ku cudahiyê dikin qellaş in", heman dirûşme hatin berzkirin li ser vê yekê Davutoglu wiha axivî: "Carekî din bibêjin ku bila ji Qendîlê bibihîzin, bila ji her cihê dinyayê bibihîzin." Dirûşme dewam kirin li ser vê yekê Davutoglu got ku "Xwedê ji we razî be, ez qurbana vê zimanê we bibim, qurbana biratiya we bibim."
news_share_descriptionsubscription_contact
