Haydar Şahin
12 Îlon 2020•Rojanekirin: 13 Îlon 2020
12ê Îlona derbeya eskerî ya dawîn dîroka Komara Tirkiyeyê ya bi emir û fermanê hatibû kirin bi dardakirin, miemeleya xirab û binpêkirina mafên mirovan di bîra gel da cî girt.
Şeveqa 12ê Îlonê di Radyoya TRTyê da pêşiyê Sirûda Neteweyî paşê Sirûda Herbiyeyê û pey ra jî danezana bi "hejmara ewil" a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya bi îmzeya Orgeneral Kenan Evrenê Sererkan hat xwendin. Derbeya li demokrasiyê xistibûn bi fermî hatibî îlankirin.
Li gor daneyên nûçegihanê AAyê berhev kirin, amadehiyên rê ber bi tariya 12ê Îlonê dibirin ji hezîrana 1980yî pê va li Baregeha Sererkaniyê hatin kirin. Ji bo pêkanîna pîlana derbeyê ya navê wê wekî "Herekata Alayê" hatibû eşkerekirin di 04.00ê 11ê tîrmehê da ferman dan fermandarên artêşê ku bi ra tev bigerin.
Hikûmeta di serokwezîriya Suleyman Demirel da di 2tê tîrmehê da hat qebûlkirin û li ser vê derbekaran pîlan paşda avêt.
Dema roj hat 12ê Îlonê pîlan bi heman navî ber destê sibê hat pêkanîn û derbekaran dest danî ser rêveberiya welêt.
Derbeya bi emir û fermanê hat kirin piştî derbeyên 27ê Gulana 1960î û 12ê Adara 1971ê bû derbeya 3yan a artêşê bi hev ra kir û dest dan ser rêveberiya welêt.