ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan diyar kir ku ji bo hewcedariyan xebatkarên çapemeniyê dê Kanûna Çapemeniyê ya Kar verast bikin û di vê çerçoveyê de jî 3 komxebat dê bên kirin.
Akdogan li Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê bi nûnerên saziyên medyayê re hat bal hev û destnîşan kir ku ji bo verastkirina Kanûna Çapemeniyê xebat didomin.
Di çarçoveya xebatê de li Stenbol, Enqere û Erziromê dê civîn bên kirin û li gor fikr û ramanên akademîsyen, nûnerên saziyên medyayê û hemû aliyên din ve pêşnûmayekê amade bikin û paşê jî vê pêşnûmayê teslîmê Meclisê bikin.