Mümin Altaş
18 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber Cejna Hanukayê peyamek weşand û cejna welatiyên Cihû pîroz kir.
Erdogan got welatiyên Cihû perçeyek vê civakê ne û bi hestên yekitî û hevrabûnê va dijîn.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Di roja me da li gelek welatan antîsemîtîzm, dijminatiya Îslamê û biyaniyan heye ku ev aramiya civakê xirab dike û zirarê dide aştiya kurewî. Di nav rewşeke wiha da hemû welatiyên me bi hişmendiya hezkirin û rêzê va dibin yek û ji hemû dinyayê ra dibin mînak. Bi van hesttan va ez Cejna Hanukayê ya welatiyên me yên Cihû û hemû Musewiyan pîroz dikim û ji wan ra silavên ji dil dişînim."