18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
ANKARA
Li Yuksekovaya navçeya Hekkariyê terorîstên ku teslîmî hêzên ewlehiyê bûn, gotin ku ew ji aliyê PKKya rêxistina terorê va hatin xapandin, ji ber ku tevî rêxistinê bûn ew poşman in.
Li Yuksekovayê terorîstek ku di operasyona dijî rêxistina terorê da teslîm bû, di îfadeya xwe da ji hêzên ewlehiyê ra mikur hat ku ew poşman e. Herwiha diyar kir ku dema dît ku kirinên wî şaş in xwest vegere malê û wiha berdewam bû:
"Lewra zirar dan gel. Me ev xeletiya xwe, xeta xwe fêm kir û xwe sipart hêzên dewletê. digot 'bişewitînin', 'eşya bişewitînin, avahiyên mezin bişewitînin.' Di serî da ji me ra digotin ku kolandina hendekan temamî ji bo mifa gel e. Lê me guh nedida gel. Heke azadî were, wê bi van hendekan were. Me bi vê baweriyê dest pê kir, me ji vê yekê tesîr girt. Lê me paşê lê nihêrî ku wiha nîne. Heke feydeke wî hebûya, mirov ewqas rehet nediçûn, malên xwe nediterikandin. Wê ji bo feyda gel çi bibe, merivên belengaz in. Dereng be jî me ev fêm kir."
- "Min xwest ku ez vegerim malê, rêxistinê destûr neda"
Terorîstê din ê ku teslîm bû jî got ku haya wî ji rûyê rastîn ê rêxistinê tunebû û wiha dewam kir: "Dema ku millet behs dikir, min wisa zen dikir ku xweş e, loma tevî wan bûm."
Terorîstî got ku wan 20 rojan di tunêlê de şer kiriye û ew di serî da poşman bûye û xwestiye vegere malê, lê rêxistinê destûr nedayiyê.
Terorîstî diyar kir, wî dixwast ew ji rêxistinê bireve, lê tu rê ji xwe ra nedît û wiha got: "Paşê me rêyek dît û em û heval teslîm bûn. Leşkeran bi başî digel miemele kirin."