Fatma Sevinç Çetin
17 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Walîtiya Enqereyê ji ber berfa ku dê ji sibê û pê va li tevahiya parêzgehê bibare, hişyarî da.
Di daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî da hat diyarkirin ku li gorî daneyên dawîn ên ji Navenda Analîz û Texmînê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hat wergirtin, li tevahiya Enqereyê sir û seqem dê ji bo hefteyekê bidome.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku tê texmînkirin, li dewrûbera Enqereyê sibê şilope û roja çarşemê jî berf dê bibare û lewma jî divê mirov li hemberî rewşên neyînî yên wekî hişkî û qermê baldar û bi tedbîr be.