Banga çekdanînê ya ji bo PKKyê li herêmê karsaz ji bo siberojê hêvîdar kirin.
Serokê Yekpareyên Hinardekarên Başûrê Anadoluyê Abdulkadîr Çikmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir, hevdîtina ku li Dolmabahçeyê pêk hat, girîngtirîn pêngava aşitiyê ya heta niha ye.
Çikmaz diyar kir ku pêvajoya çareseriyê gihîşte qonaxeke baş û jixwe xelkê herêmê aştî û aramiyê dixwaze.
Çikmaz got pêvajoya çareseriyê ya ku tê meşandin êdî hêdî hêdî fêkiyên xwe de dide û wiha domand:
"Ji bo pêşveçûn û geşedana herêmê gavên muhîm tên avêtin û di vê navberê de banga çekdanînê jî hat kirin ku yekane daxwaza herkesî ye. Em vê bangê hêja dibînin. Ya gîrîng êdî ew e ku vê pêvajoyê rast û baş bimeşînin û aştiyê ava bikin."
Çikmaz bal kişand ku heke aştî çêbe, wê li herêmê veberhênan jî zêdetir bibin û ev ê jî ji herêmê re aramiyê bîne û ji bo xelkê jî wê bibe deriyê kar.
- "Gelê herêmê dê bigehîje aramî û ewlehiyê"
Serokê Borseya Bazirganiya Entabê Ahmet Tîryakîoglu jî diyar kir ku wan banga çekdanînê beriya her tiştî ji hêla mirovahiyê ve gelekî hêja dît.
Tîryakîoglu diyar kir ew aramî û ewlehiya ku gelê herêmê bi salan e li hêviyê ye, tenê dikare bi kerbûna çekan pêk were.
Tîryakîoglu bal kişand ku heke ev band bersiva xwe bibîne dê qalikê ku ev 30 sal e li gelê herêmê dorpêç bûye dê bişkê û qedera gelê herêmê wê biguhere û wiha xeberda:
"Beriya her tiştî gelê herêmê dê bigihîje aştî û ewlehiyê. Hin bajarên ku heta niha ji ber şidetê paşde mane, bi kerbûna çekan dê gelekî bi xwe ve were û bi pêş bikeve. Bi kurtî rewşa kaosê dê cihê xwe bide pêşketina aboriyê, veberhênanan û pêşveçûnê."