29 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
LONDON
Keşeyê tê îdiakirin pereyê ji bo penaberan hat komkirin di qumarê da da der, ji wezîfeyê hat hildan.
Erkdaran, li ser serî lê dana rêvebiriya dêrê, der heqê Amîr Sakayê Keşeyê Dêra Keldanî ya li Londona girêdayî eyaleta Ontarîoyê lêpirsîn da destpêkirin.
Tê îdiakirin ku Saka 500 hezar dolarê Kanadayê di qumarê da winda kir, Pîskopos Emanûel Shaleta Saka ji wezîfeyê hilda.
Saka wê piştî jêpirsînê derxin pêşiya dadger.
Dêra Keldanî ya London St. Josephê, ji bo sponsoriya hin keldaniyên li Iraqê dimînin bike û wan bîne Kanadayê, kampanyayê alîkariyê çêdike.