VAN
Kesê ku li Yuksekovaya Hakkariyê di xwepêşandanan de birîndar bibû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro serê sibê mir.
Li Geverê di 6ê çileya pêşîn de di xwepêşanê de 2 kes mirin. Piştî definkirina wan 2 kesan xwepêşanên din çêbûn û li vir B.T birîndar bû. B. T rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Yuksekovayê. Piştî tedawiya ewil ew sewqî Wanê kirin.
B.T li Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Navenda Tipê a Dursun Odabaş 3 rojan hat tedawîkirin, lêbelê serê sibê li wir mir.
Serbijîşkê nexweşxaneyê Prof. Dr. Hakan Çankaya diyar kir ku B.Tyê ku li nexweşxaneya wan dihat dermankirin îro serê sibê mir.