HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê alîgirên rêxistinê bi hinceta mohrkirina xwendingeha ku dê bi kurdî perwerde bida 2 dibistan şewitandin.
Li taxa Esenyurtê alîgirên rêxistinê bi hinceta mohrkirina xwendegeha ku bi piştevaniya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û hin saziyên civata sivîl ve ji bo ku bi kurdî perwerdeyê bide hatibû çêkirin, 2 dibistan şewitandin.
Koma ku di nav de kesên rûyên wan pêçayî jî hebûn, bi kevir û fişekên hewayî êrîşê wesayitên polêsan kir. Komê li ser mudaxaleya polêsan hin rê ji çûnûhatinê re girtin û çalakvan çûn dibistanên ku li taxên cuda yên herêmê hatine çêkirin.
Çalakvanan deriyên dibistana Cumhûriyet û Gaziyê şikandin û ketin xwendingehan û molotof avêtinê.
Piştî bûyerê dibistan serobin bûn û nabe ku êdî ji bo perwerdeyê bên bikaranîn.