Ji cinazeyê 2 kesên ku di kamyoneta ketibû Ava Zapê de winda bibûn yê yekî hat dîtin. Cinaze ji avê hat derxistin.
Kamyoneta mêşbarkirirî li ser rêya di navbera Hekarî û Çûkûrcayê qelibî bû Ava Zapê.
Hat ragihandin ku cinazeyê Seyvan Adiyamanê (40) 30 kîlometre dûrî cihê ku wesayît wergeriyabû avê hat dîtin.
Cinazeyê Seyvan Adiyamanê ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Xebatên tîmên cendirmen, agirkujî û Mîdûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr (AFAD) li Enver Adiyaman (43) winda digerin.
Kamyoneteke ku plaqe û şofêrê wê nayê zanîn û mêş barkirî bû, li nêzî gundê Ogula li texma rêya Hekarî û Çukurcayê ji rê derket û ketibû Ava Zapê. Sadik Berk û Kamuran Adiyaman bi îmkanên xwe ji wesaîtê derketibûn, lê Enver (43) û Seyvan Adiyamanê (40) ku pismamên hev in di avê de winda bibûn.