ŞANLIURFA (AA) - Cinazeyê pêşmergeyê ku di pevçûnên li Kobanêya Helebê da mir, şandin Iraqê.
Li gor agahiyan cinazeyê Zêrevan Ekrem Evdilmecîdê (24) ku do di şerê dijî DÎŞIyê da mir, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê da anîn Tirkiyeyê.
Bi ambulansê cinazeyê Evdilmecîd birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê bi konvoya ku hêzên ewlehiyê jî pê ra bûn şandin Hewlêrê.
Evdilmecîd di nav yekîneya sêyemîn a pêşmergeyan da bû ku di 16yê rêbendanê da hatibû Kobanêyê.
Yekîneyên pêşmergeyan ên ku Herêma Kurdistana Iraqê şand Kobanêyê, nêzî 3 mehan e alîkariyê didin komên kurdan ku li dijî DÎŞIyê şer dikin.