Alîkara Sêrokê Giştî yê BDPê Gultan Kişanak çû serdana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkana ku çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dike.
Komek jinên BDPyî tevî Kişanakê derbasî herêmê bûn, li vir bi Şaredar Gokkan re hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê Gokkan di ambulansê de ji hêla tenduristiyê ve hat kontrolkirin.
Gokkana bi diya xwe re jî hevdîtin kir, piştî hevdîtinê derbasî cihê ku lê çalakî dikir, bû.
Piştî hevtîtinê Kişanakê got ku ji ber vê helwesta birûmet ya Gokkanê, em spasiyên xwe pêşkêşî wê dikin û wiha dewam kir: "Ji bo ku dîwarê şermê neyê çêkirin, dikare canê xwe bide. Ev têkoşîn û berxwedan ya me hemûyan e. Ev têkoşîna ciwan, jin û hemû gelê me ye. Em cardin bi lêv dikin ku dê ev dîwar neyê çêkirin."
Kişanakê daxuyand ku ew dixwazin Gokkan li xwe miqate be û got: "Şekirê Gokkanê ketiye, carinan jî tansiyona wê pir dikeve û bilind dibe."
Kişanakê got em bawer nakin ku dîwar ji bo ewlehiyê tê çêkirin û îdia kir ku eleqeya çêkirina dîwêr bi bûyerên li Sûriyê û pêşîlêgirtina qaçaxçîtiyê re tuneye. Kişanakê bang kir ku dîwêr neyê çêkirin.
Piştî daxuyaniya Kişanakê komeke 50 kesî ku di nav wan de şaredarên BDPyî, endamên meclîsê yên bajêr û endamên meclîsê jî hene, dest bi greva birçîbûnê kir. Li ser navê komê Şaredar Omer Altûn daxuyanî da.