2 kesên ku li Diyarbekirê bi çekê êrîşî Serokê Şaxa Ciwanan yê Diyarbekirê yê berê yê AK Partiyê Yunus Koca kir û ew kuşt, sûcê xwe îtiraf kir.
Li gor agahiya ku hat hildan, hêzên ewlehiyê di çarçoveya jêpirsînê da delîl berhev kir, îfadeya şahidan hilda û du kes li derveyî Diyarbekirê tesbît kir û ew binçav kirin. Li Midûriya Emniyeta Diyarbekirê qeyd û bendên bersûcan dewam dike.
Hat gotin, polêsan dema ku li kameraya ewlehiyê û MOBESEyan temaşe dikir, bersûcan jî sûcê xwe îtiraf kir.
Bersûc du roj in ku li emniyetê ne. Hewl tê dayîn ku bi bersûcan bidin gotin ka bê ev cinayet çima kirin.
Lêkolîn tê kirin ku gelo têkiliya bersûcan bi rêxistinan ra heye yan na.
Serokê Şaxa Ciwanan yê Diyarbekirê yê berê yê AK Partiyê Yunus Koca di 31ê tebaxê da li ber kargeha xwe ya Yenîşehirê rastî êrîşê hatibû û miribû.