MÛŞ
Malbata Guneş a ku li Sazlicaya gundê Vartoya navçeya Mûşê rûdinê ev 6 meh e, ji lawê xwe Masûm Guneşê ku bo xebatê çûbû Stenbolê tu xeberekê hilnadin.
Masûm Guneşê 21 salî bi du hevalên xwe 6 meh berê ji malbata xwe re got: "Ez ji bo xebatê diçim Stenbolê" û ji malê veqetiya. Paşê jî wî tu xeber nehat. Li ser vê jî bavê wî Mîrza Guneş dewarên xwe firot û ji bo li kûrê xwe bibîne dest bi xebatan kir.
Guneş wê ewilî here Stenbolê û ji wê derê jî derbasî Îzmirê bibe lewra lawê wî herî dawîn li wê derê xuya kiriye.
Mîrza Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Kurê min, hevalên wî Azad Tûran û Îshak Sonmez bi hev du re ji bo ku li Stenbolê bixebitin derketin û çûn. Piştî wî li min geriya û got ez ê derbasî Îzmirê bibim. Ji min re got ku di fabrîkaya xwê de dest bi kar kiriye. Ji wê rojê heta niha carek din li me negeriya û tu haya me jê tuneye. Êdî ezê bi xwe lê bigerim."
Dayika Cemile Guneş a ku ji ber lawê xwe pir xemgîn e jî wiha got: "Em nizanin kê kurê me bir û niha bi kê derê ye. Ez dixwazim kurê min bê dîtin. Roj ji bo me wek salan derbas dibin. Êdî em nikarin sebir bikin. Mirî û yan jî zindî ez dixwazim bila kurê min bê dîtin."
Îshak Sonmezê bavê Mûstafa Sonmez jî destnîşan kir ku wan serî li serdozgeriyê dan û heta niha tu agahiyeke nu ji wan re nehat.