BATMAN
Dê û bavê Ceyhan Balika endama PKKyê ya ku 10 sal berê di pevçûna di navbera PKK û dewletê da mir, bang kirin ku piştgiriya ji bo pêvajoya çareseriyê dewam bike.
Halîse Balika ku li Batmanê rûdinê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Keça min Ceyhan Balik 23 sal berê li mezreya Erguvanê ya gundê Çeltîkbaşiya Kurtalanê bêyî xebera me gihîşt PKKyê û 10 sal berê jî di şer da hat kuştin."
Balikê destnîşan kir ku 22 sal berê bi hinceta ewlehiyê gundê me hat valakirin û em hatin Batmanê û wiha xeberda: "Ez dizanim keça min miriye, lê ez dixwazim mezelê wê bizanibim. Ez bangî hemû dayikan dikim; em dest bidin hev û banga aştiyê bikin. Bira xûna ku tê rijandin bisekine. Bira dilê dayikan neşewite. Em şer naxwazin, dixwazin wekî meriv û însanan bijîn. Wê heta kengê ev şer dewam bike."
- "2 sal e bi saya pêvajoya çareseriyê pozê kesî xûn nebûye"
Îzzetîn Balik jî diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê hin malbat vegeriyan gundê xwe.
Balik destnîşan kir ku ew jî havînan ji bo cotkarî û çandiniyê diçin gund.
Balik diyar kir ku beriya koç bikin operasyon dihatin kirin û rojên dijwar derbas kirin û wiha qise kir: "Di wan salan da tim operasyon dihatin kirin. Lê êdî rojên dijwar li paş man. Heger pêvajoya çareseriyê bigihêje encamê baş dibe. 2 sal e bi saya pêvajoya çareseriyê pozê kesî xûn nebûye. Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê."