ANKARA
Ji Serokatiya Sererkaniyê hat ragihandin ku li tersxaneya Îzmirê romorkora Degîrmenderê ya TCGê ya ku di temîrê de bû û noqî nav avê bû wergeriya. Di qezayê de 10 personel mirin û 17 personel jî birîndar bûn.
Serokatiya Sererkaniyê di malpera xwe ya înternetê de daxuyanî da û got: "Li tersxaneya Îzmirê romorkora Degîrmenderê ya TCGê ya ku di temîrê de bû û dema ku noqî nav avê bû wergeriya."
Hat daxuyandin ku di qezayê de 10 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku der barê qezayê de lêpirsînê dest pê kiriye.