Erdogan got ku gel ji bo xizmetên şaredariyê sedî 58,5 ray daye û sipasiya gelê Sultangaziyê kir.
Serokwezîr Erdogan got ku ew şev û roj dixebitin û wiha axivî:
"Yê ku ji derve binêhêre, dê bibêje "Herhal ew par di hilbijartinan de ser neketine, ji ber vê zêde dixebitin û amadehiyên hilbijartinên li pêş me dikin.' Lê, siyaseta me wiha ye. Siyaseta me her tim xizmeta gel dike. Em ne ji bo ku bibin efendiyê gel, ji bo ku bibin xizmetkarên gel hatin. Siyaseta me ew e ku, serokê şaredariyê, an jî parlementer hemû siyasetmedarên me her şev dema ku serê xwe didin li ser balgî wiha bibêjin 'Gelo me îro ji bo gel çi kir, me ji bo welat çi kir, me kîjan xizmetî kir?' Waye hûn halê hin navçeyên Enqere, Stenbol û Îzmirê yên ku piştgiriyê didin muxalefetê dibînin. Navçeyên li der û dora wan bi lez pêş ve diçin, lê ev navçe di heman rewşê de ne. Li Rojhilatê û Başûrê Rojhilatê, serokên şaredariyê yên ku ji ber fikrên siyasî hatine hilbijartin dibêjin ku 'Xizmet, veberhênan, berhem ne girîng in' û navçeyên xwe mehkûmê pîsî û çopê dikin. Em tu carî vê nakin, nikarin wiha bikin."
Erdogan ji bo muxalefetê jî wiha got: "Li welatekî muxalefet jî qet nebe divê qasî desthilatiyê bixebit e. Heta wisa ku, mecbure ji desthilatiyê jî zêdetir planan, projeyan bike. Demokrasiyê ev pêk tîne û demokrasî bi vî awayî digîhîje asteke standart. Heke desthilat şev û roj bixebite, muxalefet jî rehetiya xwe binêhêre û tiştekî neke, li du tiştên din here tê wê wateyê ku di vê de pirsgirêkek heye."
Serokwezîr Erdogan rexne li muxalefetê kir û wiha axivî: "Muxalefet guh nade siyasetê, TBMMyê, demokrasî û hiqûqê. Ew ji kuçeyan, an jî terorê benda medetê ye. Li ku dera dinyayê parlementerên muxalefetê pereyan dide çalakiyên li hember polêsan şer dikin, an piştgiriyê dide rêxistinên terorê? "
- Hêzên ewlekariyê ferman hildan
Erdogan der barê wan kesên ku dê ji bo salvegara Bûyera Geziyê îşev bicivin de jî wiha axivî:
"Dibêjin dê îşev saet 19.00an de bicivin û bang dikin ku bila gel bê Taksîmê. Ez bangî hemû gelê xwe dikim. Guh nedin van lîstikan. Ev çalakî ne çalakiya ji bo xwezayê ye û ne saf e. Li vir dilsozî û dirûstî tune. Ew hember gavên me yên ku em ji bo ku Taksîmê bikin abîde, astengiyan derdixin. Rêxistina paralel jî bi wan re tevdiger e. Heke hûn werin li vir, qusirê nenihêrin hêzên ewlekariyê ferman hildan, çi hewce bike, ji serî heta binî ew ê bikin."