İbrahim Atmaca
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
AFYONKARAHÎSAR
Li Çaya navçeya Afyonkarahîsarê qezaya trafîqê çêbû û 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li ser rêya Afyonkarahîsar û Konyayê di kîlometroya 44emîn da, li çaryana ketina navçeyê minîbusa ku Mehmet Çaglar diajot û plaqa wê 03 KP 111 e û texsiya ku Adil Eke diajot û plaqa wê 07 V 2780 ye li hev qelibîn.
Di qezayê da Adil Eke, Emîne Eke, Nuran Eke û Ayşe Kîraz mirin, Mehmet Çaglar, Ramazan û Fatma Kîraz birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên li Çay û Afyonkarahîsarê.
Cinaze jî piştî venêrîna dozgerê Komarê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çayê.
Qaymeqamê Çayê Turan Erdogan jî çû cihê bûyerê û der heqê qezayê da agahî hilda.