26 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
ISTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Gazîosmanpaşaya Stenbolê beşdarî merasima vekirina komî bû û axivî.
Serokomar Erdogan qala têkoşîna ku artêş, polês û gundparêz bi rêxistinên terorê ra didin kir û wiha got:
"Bi bêjîngkirina mensûbên çeteya îxanetê FETO ya ku di 15ê Tîrmehê da ket nava helwdana derbeyê va, şiyana operasyonê ya artêşa bêtir zexm bûye. Aniha hêzên me yên çekdar tevî polês û gundparêzên me ketin şikeftên rêxistinên terorê û li hemberî wan çi hewce ye, dikin. Artêşa me ji mankûrtên ku ne ji îradeya siyasî û fermandarên xwe, ji ciyên din emir distînin, hat paqijkirin."
Em xwediyê artêşeke wisa ne ku çiya û bajêr ji rêxistinên terorê ra teng kirine, li derveyî sînorê me jî destan nivîsiye. Vaye duh li Hekkariyê 19, îro serê sibê li Erzincanê geliyê Kutuyê 15 terorîst hatin berterefkirin. Çima? Lewra wê vî milletî perçe nekin. Yên ku dixwazin vî milletî perçe bikin, vî welatî perçe bikin, wê bedela wê bidin."
Serokomar Erdogan qala kiryarên Ewropayê kir û wiha axivî:
"Tê ji Serokomarê Komara Tirkiyeyê ra bêjî 'dîktator' û dema em ji van ra dibêjin 'faşîst' beg aciz dibin, dema em dibêjin 'nazî' aciz dibin. Mêze ke ez bi delîl xeberdidim. Yên ku li ser dîwarên mizgeftên me xaça serberjêr xêz kirin, ma ne hûn in? Ma li hemberî wan têkoşîneke we heye? We mizgeftên me neşewitand û nerûxandin? Ma em dikarin karesata Solîngenê daynin aliyekê? Em dikarin doza NSUyê daynin aliyekê? We hê jî çareser nekir, hûn didin sekinandin. Hûn faşîst in, faşîst."
Li hember Serokomarê Welatê xwe li Ewropayê digel rêxistinên terorê bi pankartan, li ber wêneyan çek datînin û bi partiyên çep re li wira bi rêxistina terorê re bi hevre dimeşin. Ku derin evder? Swîsre, Hollanda, Belçîka, Almanya. Dema em vana dibêjin begefendiyan aciz dibin. Aciz nebin men daqqa dûqqa. Hun me diqehirînin hûnê jî biqehirin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser têkoşîna ku Tirkiye dide û wiha axivî:
"Têkoşîna ku Tirkiye li herêma xwe dide; hem ji bo kesên li vê derê û hemû birayên me yên vê der û dorê alîkarî ye hem jî ji bo pêkanîna ewlehiya xwe ye. Ez bi eşkere bibêjim; her kî bibêje 'Karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê çi ye', xerabiya welatê me dixwaze. Her kî bipirse 'Em çima ew qas bi Iraqê ra eleqedar in' nerindiya Tirkiyeyê dixwazin. Her kî bibêje 'Hûn çima midaxilê geşedanên li Ewropayê dibin' teqez bi milletê me ra neyartiyê dike. Ji vê derê ji cînarên me, ji hêzên wê derê ra, bi taybetî jî ji welatên Ewropayê, ji Ewropayê, Rûsyayê ra peyameke min heye; em dijminê kesî nîn in, em bi kesî ra dijminatiyê nakin. Berevajiyê vê bi her welatî ra, her civatê ra em dixwazin ku têkiliyên herî baş, herî pêşketî, herî semîmî yên siyasî, aborî û sosyal daynin û pêş bixin."
Serokomar Erdogan qala sabotekirina kampanyayên "erê" yên li welatên Ewropayê kir û wiha axivî: "Ji bo ku hem li welêt hem li dervayî welêt di 16ê nîsanê da pêşî li ber derketina 'erê' were girtin, hema bê seferberî îlan kirine. Derewên wisa tên avêtin ku tu eleqa xwe bi guhertina makezagonê ra tuneye û meriv li ber van derewan şaş û metel dimîne. Hin welat ew qas bi eşkere alîgiriyê dikin ku li holê ne peymanên navneteweyî, ne teamulên dîplomatîk, ne nezaket ma. Tu dibêjî qeyê li Almanyayê hilbijartin tê kirin, tu dibêjî qeyê li Belçîkayê, li Swêdê, li Hollandayê tê kirin. Ji we ra çi? Rêxistinên terorê li bajarên Ewropayê di bin parastina polêsan da çalakiyê dikin û kampanyaya 'na'yê dimeşînin, lê kesên ku dibêjin 'erê' jî bi hesp û kuçikên xwe va êrîşî wan dikin. Ji ber ku hem li welêt hem li derveyî welêt telaş mezin e, ev tê wateya ku em wek welat û millet di rêya rast da nin. Em ji bo vê dibêjin ku 16ê nîsanê îlan e ku êdî Tirkiye wê venegere rojên koalîsyonê. 16ê nîsanê îlan e ku Tirkiye wê derî li ber pevçûnên ku dibin sedema krîzên aborî bigre. 16ê nîsanê navê roja Tirkiyeyeke ku wê zêdetir mezin bibe, zêdetir bixebite, zêdetir îstixdam bike, zêdetir îxracatê bike ye."
Serokomar Erdogan li ser dengdayîna gel a 16ê nîsanê sekinî û wiha got: "Ez bangî kesên ku ji bo 16ê nîsanê bêbiryar in dikim, li der û dora xwe binhêrin. Kê dibêje 'erê', kê dibêje 'na', ka muqayese bikin. Ji mêj va kê ev pergal xwestiye, li wê mêze kin. Demirel, Ozal, Erbakan, Turkeş, Muhsîn Yazicioglu gotine 'erê'. Gelo li li wê derê kesên ku dibêjin 'na' hene? Kê heye? Çi qas merivên dewletê hebin, hemûyan jî di dawiyê da hatine di vê pergalê da emel kirine.
Di 7ê Hezîrana 2015an da dema tu partî bi serê xwe nikaribû bibe desthelat, tê bîra we çi qewimî? Ji rêxistinên terorê heya baronên faîzê hemû dizên ku pereyê di bêrika gelê me da dizîn xwe amade kiribûn. Lêbelê em ji ber ku Tirkiyeyê ji van vampîran ra nehêlin, pergala hikûmeta serokomariyê tînin. Yên ku fêm kirin êdî nikarin ji 16ê Nîsanê şûnda welatê me bişêlînin, bi hemû qeweta xwe hewl didin ku encameke neyênî derkeve. Di 16ê Nîsanê da guhertin bivênevê ye. Gurmîna dengê hatina pergala serokomariyê ye. Ez vê yekê dibînim. Miletê me biryara xwe daye."