Muhammet Kurşun
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
AGIRÎ
Li Tûtaka navçeya Agiriyê di qezaya trafîkê de 8 kes mirin 14 jî birîndar bûn.
TIRa ku makîneya kar li ser barkirî bû ber bi navenda Agiriyê diçû û şofêrê wê nehatiye diyarkirin, li vîraja gundê Palandokena Tûtakê makîneya kar ji TIRê şemitî.
Makîneya ku ket ser rê li midîbusa ji hember ve dihat qelibî.
Di qezayê de 8 kes di wesayitê de asê man û mirin.
Piştî bûyerê ambûlans û hêzên ewlehiyê mudaxele kirin.
14 kesên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyê.