Haydar Şahin
17 Tebax 2019•Rojanekirin: 18 Tebax 2019
Li Patnosa navçeya Agiriyê di qezaya trafîkê da 2 birayên gundparz yên berwext mirin, 4 kes birîndar bûn.
Li Kurekliya herêma Patnosê texsiya bi pîlaqeya 65 DH 003 a Bayram Tekdemir diajot û kamyoneta bi pîlaqeya 01 VY 517 a Şahîn Kirca diajot li hev qelibîn.
Di qezayê da Beyram û Kasim Tekmirê gundparêz yên berwext mirin.
Şahîn, Harun, Bahr û Mert Kircayê di kamyonetê da jî birîndar bûn. Ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê.