Li gorî agahiya ku hat hildan, otomobêlên ku navê ajovanê wan hê nediyar e û plaqeya wan 59 FU 877 û 26 FA 473 e li ser kilomêtreya 20emîn a rêya Riha û Gazîantepê li hevdû qelibîn.
Di qezayê de ligel ajovanan Lutfiye, Reşît û Hulya Tamaç, Sera û Mehmet Akgoz, Henifî û Emîne Yavûz birîndar bûn.
Tîmên 112 Servîsa Bilez birîndarên ku di navê de zarok jî hene rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Rêya ku ji ber qezayê qederekê girtî ma, li dû rakirina otomobêlan careke din ji trafîkê re hat vekirin.