Önder Beyter
13 Hezîran 2019•Rojanekirin: 13 Hezîran 2019
Hat ragihandin ku li Antalyayê di nexweşxaneyeke taybet da unîteya qilîmayê teqiya û li gorî encamên pêşîn kesek mir.
Piştî ku îxbar hat kirin li Taxa Yildizê ya navçeya Muratpaşa di nexweşxanyeke taybet da teqîn çêbû, gelek ekîbên polês, agirkujî û 112 Servîsa Bilez bo ciyê bûyerê hatin sewqkirin.
Serokê Daîreya Agirkujiyê ya Antalyayê Ahmet Kisa diyar ku xebatên wan ên li ciyê bûyerê dewam dikin û wiha got, "Di teqîna ku em difikirin ji ber unîteya qilîmayê çêbû da li gorî encamên pêşîn kesek mir."