ANKARA
inazeyê Kenan Evren ê ku Serokomarê 7emîn Tirkiyeyê bû li Goristana Dewletê defin kirin.
Evrenê ku li nexweşxaneya Tip a Eskerî ya Gulhaneyê dihat tedawîkirin di 98 saliya xwe de û koçî axiretê kir.
Nimêja cinazeyê Evren ê piştî nimêja nîvrojê li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî kirin. Ji wê derê jî birin Goristana Dewletê.
Di dema definkirina wî de malbata wî, xizmên wî û Serokê Sererkaniyê yê berê Hîlmî Ozkuk, Siyasetmedar Mehmet Agar û ji eskeriyê jî hin kes li wê derê hazir bûn.
Li ber deriyê goristanê ji hêla eskeriyê ve tewdîrên ewlehiyê hatin hildan û nehîştin ku endamên çapemeniyê heta ser goristanê herin.