Taha Erham Keleş,Hasan Hüseyin Kul,Semra Orkan
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê der barê qezaya ku li Avcilarê 4 metrobês li hev qelibîn û 99 kes birîndar bûn da lêpirsîn da destpêkirin.

Li rawestgeha metrobêsê ya li Avcilarê ji ber sedemeke hê nayê zanîn du metrobês serserkî li hev qelibîn. Du metrobêsên din ên ku paş va hatin jî li wesayîtên qeza kiribûn xistin. Di qezayê da 99 kes birîndar bûn.

Piştî ku xeber hat dayîn gelek ekîbûn tenduristî, îtfaiye û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.

Ekîbên agirkujiyê rêwiyên birîndar ên ku di metrobêsan da asê mabên xilas kirin. Ekîbên tenduristiyê li cihê bûyera midaxaleya ewil a birîndaran kir û bi ambûlansan birîndar rakirin nexweşxaneyan.
- Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê lêpirsîn da destpêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê der barê qezaya ku li Avcilarê 4 metrobês li hev qelibîn û 99 kes birîndar bûn da lêpirsîn da destpêkirin.

Walîtiya Stenbolê eşkere kir ku 50 kesên di qezayê da birîndar bûn bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyê kirin, 49 kes jî bi derfetên xwe çûne nexweşxaneyê û li ser piyan hatin dermankirin.

Di daxuyaniya ji ser hesabê çapemeniya civakî ya ÎETTyê da jî hat gotin ku "Di qezaya li Avcilarê da mixabin ku 85 birîndarên me hene. Rêwiyên me tên dermankirin, em ji nêz va dişopînin. Niha xetereya jiyana tu rêwiyên me tune. Xebatên me yên ji bo vekirina xeta metrobêsê jî hindik maye ku temam bibin. Ekîbên teknîk li ser sedema qezayê lêkolînê dikin."