Sevim Hatun
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê welatiyan bi minasebeta "Şeva Beratê" mizgeft tijî kirin.

Li Şanliurfaya ku weke "Bajarê Pêxemberan" tê naskirin, welatiyên herêmê hatin serdana meqamê jidayikbûna Îbrahîm Xelîl û meqamê Eyyubê Sabir yê ku di dema nexweşiyê de lê çile kişandiye.

Welatî danê êvarê hatin Gola Masiyan li wê derê nimêj kir, Qur'ana Pîroz xwend.
Piştî nimêja eşayê ji aliyê Miftîtiya Şanliurfayê ve li Mizgefta Dergahê mewlûd hat xwendin.