11 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
MÛŞ
Ji Walîtiya Mûşê hat ragihandin ku ji ber operasyonên dijî rêxistina terorê PKKyê li 21 herêman derketina derva hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ji bo pêşiya endamên rêxistina terorê bê girtin, stargeh, depoyên bi kar tînin bên îmhekirin û li malên gumanbara lêgerîn bên kirin" dê operasyona Şehîd Cendirme Serdar Arslan Kûlaksiz 2017" bê lidarxistin.
Walîtiyê daxuyanî da û bi bîr xist ku li gor qanûna Îdareya Bajêr ya bi 5442 hejmar, di 11ê gulana 2017an da ji saet 03.00an pê ve li navçeya navendî ya Mûşê gundê Alanîçî, gundê Kayalisû, taxên Yimaz, Ortulu, Buyukler, Dalaqulîng (Dalakulig), Lîcîk, Breş, Malaelî, Geliyahecikê,Yildizli û Bugdayli, zozanê Bilhiddîn, zozanê Reylim, gundê Yamaç, zozanê Pêkût, Kazmadag, gomên Nasirkan, gomên Keranexist (Keranahisk), gomên Zeydo, Girê Kopêzer, heta ku opersayon bi dawî bibin derketina derva hat qedexekirin.
Her wiha di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li ser rêbeja Mûş-Qulpê, derketina taxa Kûrtûlûşê, gundê Eralani, derketina taxa Gurgur û başûrê derketina gundê Ûlûkayayê ji çûn û hatinê re hatin girtin.