30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 01 Gulan 2016
ANKARA
Bi êrîşa hewayî ya ku do bi şev dest pê kir û 2 saet û 40 deqîqe ajot da hedefên li Qendîl, Xakurk û Avaşîna li bakurê Iraqê ku hatin tesbitkirin, hatin îmhekirin.
Di operasyonê da 18 balafirên şer hatin emilandin û sitargeh, şikeft û depoyên di bin erdê da yên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê êrîşa hewayî ya ku do di saet 23.00an da li dijî hedefên li Qendîl, Xakurk û Avaşîna li bakurê Iraqê dest pê kir bi şev di saet 01.40an da temam bû.
Hat destnîşankirin ku di operasyona ku sitargeh, şikeft û tesîsên binerdê yên rêxistina terorê hatin îmhekirin da balafirên 4 F-16 û 14 F-4 2020 hatin emilandin.
Wek mayîn di 2 êrîşên hewayî yên ku do û îro li dorbera Guneyçama Şirnexê hatin kirin da hedefên rêxistinê yên ku hatibûn tesbitkirin hatin îmhekirin.
Hat destnîşankirin ku operasyon di navbera 18.10-18.25 û 02.50-02.55an da hat kirin û di operasyonê da 2 balafirên F-4 2020 hatin emilandin.
Hat diyarkirin ku hedef bi serkeftî hatin îmhekirin.