Fırat Taşdemir
08 Sibat 2022•Rojanekirin: 09 Sibat 2022
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku 4 terorîstên PKK/YPGyî ji bakurê Sûriyeyê guleyên çavtirsiyê berî qereqola hidûd a Akdoxanê ya li Mêrdînê dan, her çar terorîst û terorîstek ku li herêma Kaniya Aştiyê di amadehiya êrîşê da bû hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku bersiveke mezin dan teriorîstên PKK/YPGyî yên ji bakurê Sûriyeyê guleyên çavtirsiyê berî qereqola hidûd a Akdoxanê ya li Mêrdînê dan, di encamê da 4 terorîst hatin berterefkirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêma Kaniya Aştiyê jî terorîstek ku li herêma Kaniya Aştiyê di amadehiya êrîşê da bû jî hat berterefkirin.