Nuran Erkul Kaya
15 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2022
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Fatîh Donmez ragihand ku xebatên lêgerîn û xilaskirinû yên ku ji şeva din va li BArtinê didomin hatin temamkirin.
Donmez di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku "Me xebatên xwe yên li Bartinê yên lêgerîn û xilaskirinê yên ku ji şeva din va didomin temam kirin. 41 birayên me yên kanker mirin. Em bi hemû saziyên xwe va li ba malbatên xwe, li ba Bartina xwe ne. Rebbê min car din êşeke wiha giran bime nede kişandin."
Li Kana madenê ya girêdayî Midûriya Muesseseya Amasrayê ya Saziya Komirê Kevirê ya Tirkiyeyê (TTK) duh saet dora 18.15an fa teqîn çêbibû.
Wezîr Donmez di daxuyaniya xwe ya piştî teqînê da diyar kiribû ku li gor nirxandinên ewil teqîna grîzuyê ye.