Haydar Şahin
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê bi meşa piştî nimêja sibê va şehîdên Alaya Piyadeyan a 57an ên ku di Serfiraziya Çanakkaleyê da bi qehremaniya xwe tên zanîn bi bîr anîn.
Bi destê Wezareta Spor û Ciwaniyê li hemû aliyên welêt Meşa Wefayê ya Çanakkaleyê ya Alaya 57an hat lidarxistin, welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî meşa li Bazîdê dan.
Çalakvanan li Mizgefta Ehemdê Xanî nimêja sibê kirin, piştî nimêjê şorbe li çalakvanan hat belavkirin û meşê dest pê kir. Qaymeqamê Bazîdê Ulaş Akhan û Midûra Navçê ya Xizmetên Ciwaniyê û Sporê Sevgî Lordoglu û gelek welatî tevlî meşê bûn.
Çalakvanan alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û pêşiya mizgetê hetanî Qesra Hikûmetê meşiyan, di dawiya meşê da Qeymeqam Akhan ji welatiyan ra sipas kir.