25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ANKARA
8 ciwanên ku emrê wan di navbera 16-30î da ye û ji aliyê rêxistina terorî PKKyê bi çendîn hincetan hatin xapandin, li Deriyê Sînor ê Xabûrê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê bîter kir, 2 grûbên ku her yek ji wan ji 4 kesan pêk tê û destnîşan kirin ku ji rêxistina terorî PKKyê revîn, di 18 û 20ê nîsanê da peywirdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ew anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê û ew teslîmî hêzên ewlekariyê kirin.
Endamên rêxistinê yên ku hatin binçavkirin, bi destê meqamên edlî hatin girtin. Hat diyarkirin ku dudu jê 16, dudu jê 28 yên din jî her yek 23, 25, 27 û 30 salî ne.
Endamê rêxistinê B.Kyê 16 salî yê ku ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" lê digeriyan, di îfadeya xwe da destnîşan kir ku bi darê zorê tevlî rêxistinê bû, R.Tyê di heman salî da yê ku der heqê wî da qeyda lêgerînê tune jî diyar kir ku li cem rêxistinê şert û mercên jiyanê pir sext in û ew poşman bû.
Ji ciwanên ku qeyda wan li ser Sêrt, Diyarbekir, Şirnex, Hekarî û Bîngolê ye, N.Kyê 18 salî jî got ji ber ku rêxistinê ji malekê beşdarbûna kesekî ferz dikir, ew di 2015an da beşdarî rêxistinê bû. N.Kyê 18 salî û R.Syê 27 salî jî diyar kirin ku ew ji ber "pirsgirêkên malbatî" tevlî rêxistinê bûn û niha ew poşman in.
Ji terorîstên teslîmbûyî M.Eyê 23 salî got ku ew jî mîna yên din ji aliyê rêxistinê hat xapandin û herwiha bangî ciwanan kir ku bira bi rêxistinê nexapin.