Nihat Kavşut
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Li Bedlîs û Mûşê berfa ewil barî.
Li Bedlîsê bi şev baran barî û ber destê sibehê jî berf barî.
Rêya Bedlîs û Tetwanê bi berfê xemilî û hin wesaît bi zorê hereket kirin.
Li Bedlîs û Mûşê berfa ewil barî
Li navçeya Xelatê jî ber destê sibehê berf barî û ciyên bilind bi berfê xemilî û car caran berf dibare.
Li Milazgira navçeya Mûşê jî ber destê sibehê berf barî û welatiyan berfa li ber mal û dikanên xwe paqij kir.