17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2015
Li Behra Egeyê keleka penaberên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî herin Girava Midîlliya Yewnanistanê binav bû û li gor agahiyên ewil 12 kes mirin û 25 kes jî bi destê tîmên ewlehiya peravê hatin xilaskirin.
Waliyê Çanakkaleyê Hamza Erkal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Behra Egeyê kelekek binav bû.
Erkal destnîşan kir ku li Behra Egeyê keleka penaberên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî herin Girava Midîlliya Yewnanistanê binav bû û li gor agahiyên ewil 12 kes mirin û 25 kes jî bi destê tîmên ewlehiya peravê hatin xilaskirin.
Erkal diyar kir ku nasnameyên kesên ku xeniqîn hê nehatine tesbitkirin û wiha got: "Cinazeyên 12 kesî anîn Lîmana Babakaleya li Ayvacikê."
Wek mayîn li ser îfadeya kesên ku hatin xilaskirin tê gotin ku di kelekê da 48-52 kes hebûne û xebatên lêgerînê dewam dikin.