09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
AYDIN
Li Dîdimê keleka penaber tê de bûn binav bû, pitikeke 6 mehî xeniqî û 18 penaber jî ji hêla ekîbên Ewlehiya Peravê ve hatin xilaskirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan keleka ku penaberên bi eslê xwe ji Sûriyeyê ne tê de bûn, ji bo derbasî Yewnanistanê bibe li texma Fenerê di behrê de bi rê ket û piştî demekê jî alabora bû.
Masîgirên li wê derê xeber dan hêzên ewlehiyê û ekîbên Ewlehiya Peravê hatin cihê bûyerê û cesedê pitikeke 6 mehî derxistin û 6 jê zarok 18 penaber jî xilas kirin.
Penaberên ji Sûriyeyê bi ambûlansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Dîdimê hatin kirin.