12 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di çarçoveya operasyonên Yildirimê da li çolwarê Bidlîsê 3 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku di operasyona Çawîşê Pispor ê Cendirme yê Şehîd Mehmet Çelîk da derbeya dawîn duh bi şev li Bidlîs Sehiyê hat lêxistin.
Di operasyona ku li Daristanên Sehiyê ji hêla Komandoyên Cendirme yên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, Yekîneyên Herekata Taybet a Cendirmeyan (JOH) û Gundparêzan va hat lidarxistin û Hêzên Asîmanî jî piştgirî dayê da 3 terorîst bi çekên xwe va hatin berterefkirin.