Li Bismilê hîndekarekî digel 3 xwendekaran ji bo zarokên êzdî ên ji ber êrîşên DÎŞIyê ji herêma Şingalê revîn û hatin xwe sipartin Bismilê konek ava kir û li vir zarokan rehabîlîte dikin.
Hîndekarê Beşa Pêşveçûna Zarokan ya Zanîngeha Dicleyê Îlhan Karakoyûn digel xwendekarên xwe Helîn Zoroglû, Ayten Baran û Fatîhe Gulê di konê ji bo zarokên êzdiyan ava kirin de, 100 zarokên êzdî perwerde dikin. Dersên wek muzîk û resmê didin zarokan.
Karakoyûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bandora şer herî zêde li ser zarok û jinan çêdibe, me jî ji bo em alîkariyê bidin zarokên ber şer, biryar da ku em li vir konekî ava bikin û zarokan perwerde bikin.
Karakoyûn got ku hin esnaf û xêrxwazan alîkarî da û me bi alîkariya wan kon ava kir, hin malzeme sitandin. Karakoyûn got ku di hefteyê de 3 rojan, zarokên ku temenê wan di navbera 4-14yan de diguhire perwerde dikin.
Karakoyûn got ku pêkan e mirov zarokên ku bandora şer li ser wan heye, rehabîlîte bike, bi taybetî bi rêya lîstikan mirov dikare wan rihet bike û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku em alîkariyê bidin zarokan. Me bi mebesta, em zarokan bi rêya lîstikan rihet bikin vê konê ava kir. 3 xwendekarên me ji esnafan qelem, jêbir û pêlîstok kom kirin."
-Zarok bi taybetî wêneyên xaniyan çêdikin
Karakoyûn got ku zarok divê di çaxa zaroktiyê de bilîzin, lewra ew bi rêya lîstikan xwe nas dikin û xwe îfade dikin. Karakoyun wiha pê de çû:
"Çand û baweriyên van zarokan ji yên me cudatir in. Divê em di vê mijarê de hesas tevbigerin, li gor çand û baweriya wan ji wan re miamele bikin. Mêjiyê zarokan hê jî teze ye. Piraniya van zarokan ji ber ku di konan de dijîn, bi taybetî resmên xaniyan çêdikin. Dema ku me nû dest bi wêne çêkirinê kiribû, herî zêde zarokan wêneyên şer xêz dikir. Lê belê êdî zêde wêneyên şer, balafir û alayan çênakin."
Karakoyûn got perwerdeya ku em didin zarokan ne perwerdeya klasîk a ku dibistanan de tê didin e û wiha dewam kir: "Bandoreke erênî ya perwerdeyê li ser zarokan heye. Zarok dema ku nû hatibûn zehf zor û nerihet bûn. Bi rêya perwerdeyê hêdî hêdî dev ji nerihetiyê berdan. Niha bi hevalên xwe re dilîzin û wêneyan çêdikin."
-Mamosteyên dildar tên dersê didin
Ji xwendekarên Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Dicleyê Fatîhe Gulê jî got ku ji bo me konek wiha ava kir û em lê zarokan perwerde dikin, em bextewar in.
Gulê got ku yeko yeko li esnafan geriyane û alîkarî kom kirine û wiha dewam kir: "Me pênûs, boyax û pêlîstok sitandin. Me sendelî û mase jî ji dibistanên gundan peyda kirin. Ji ber ku em xwendekar in tenê dawiya heftê em tên vê derê. Rojên din jî mamosteyên dildar zarokan perwerde dikin."