Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
BOLU
Li Boluyê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin, ji wan 2 zarok 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku şofêrê wê Mustafa Erturk û plaqeya wê 41 ND 757 bû ku ber bi Enqereyê va diçû, li nêzîkî gîşeyên Çaydurtê ji kontrolê derket û welgeriya.
Di qezayê de Şaduman Ozgença (61) ku di wesayîtê de bû mir.
Şofêr Erturk û Şeyda Ozgenç Ertürk (29), Nîsanur Erturk (6), Sahranur Erturk (10) û Şuheyda Ozgenç (22) birîndar bûn.
Şuheyda Ozgença ku rewşa wê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê; lê ew li nexweşxaneyê mir.
Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e.