31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di operasyonên Cizîra navçeya Şirnexê û Sûra navçeya Diyarbekirê da 22 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin.
Di malpera înternetê ya Sererkaniyê da der heqê rûdanên girîng ên ji hundir û dervayê welat ên di 29 û 30ê rêbendanê da agahî hat dayîn.
Li gorî vê, di operasyona Cizîra navçeya Şirnexê da 17 mensûbên din ên rêxistina terorê hatin kuştin. Ji destpêka operasyonan vir da hejmara terorîstên ku hatin kuştin derket 500î.
Li Cizîrê 10 teqemeniyên xumalî hatin îmhakirin, kalaşnîkofek, 62 fîşeng, şarjorek, bombeyeke destan, 6 demançe, 4 tifingên nêçîrê û 79 fîşengên wê hatin qefaltin.
Di operasyona li Sûrê da jî 5 mensûbên din ên rêxistina terorê hatin kuştin. Bi vî hawî li Sûrê 149 terorîst hatin kuştin.
Herwisa di operasyona li Sûrê da 3 teqemeniyên xumalî jî hatin îmhakirin.
Li Îdirê jî kesekî ku hat tespîtkirin alîkariya rêxistina terorê dike, hat binçavkirin.