ŞIRNAK
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariyê de hat diyarkirin ku ixbarek gihiştiye destê wan û li gor ixbarê hin kes salvegera ji Sûriyê derxistina Abdullah Ocalan ji xwe re dikin hincet û dê bûyeran derxin. Tîman li ser vê ixbarê lêgerîn kirin û di lêgerînên 2 binayan de 701 kokteylên molotofê, 24 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin û 8 bîdon benzîn û hin cil û berg hatin bidestxistin.
Ji hêla din li navenda Şirnaxê û navçeyên Sîlopî û Cîzreyê jî hin çalakî hatin kirin û ji ber vê 16 kes hatin binçavkirin.