01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê 3 endamên TÎKKOya rêxistina terorê yên ku hat tesbîtkirin li bajarên cuda tevlî bûyerên êrîşên bibombe û molotofavêtin û birîndarkirinên bi çekan bûne hatin girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li navçeya Ceylanpinarê li texma Gokçayirê tesbît kirin ku M.D, A.Î. û H.Ş.yê welatiyê Sûriyeyê yên endamên TÎKKOya rêxistina terorê ne hewl didin ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Sûriyeyê bibin.
Ekîban tesbît kirin ku şikbar nasnameyên sexte bi kar tînin û binçav kirin. Hat tesbîtkirin ku şikbar ji Stenbol, Enqere, Mêrsin û Edeneyê teqemeniya bi destan hatiye çêkirin bi kar anîne, molotof avêtine saziyên civaka sivîl û saziyên dewletê, bi çekan hin kes birîndar kirine, kevir, molotof û fîşengên hewayê avêtine hêzên ewlekariyê, rê girtine, li zanîngehê sitand vekirine, danezan belav kirine û ji rêxistinên çepgir ên dereqanûnî ra endam temîn kirine.
Piştî karûbarên li fermandariya cendirmeyan şikbar ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û sewqî dadgehê kirin.