03 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
MARDÎN
Li Dargeçîta navçeya Mêrdînê di êrîşa terorîstên PKKyî da leşkerek şehît bû, 4 wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûn. Leşkerek û gundparêzekî ku di êrîşê da birîndar bûn jî li nexweşxaneyê şehît bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, terorîstan bi roketavêj û çekên lûledirêj va êrîşî baregeha kontrolê ya li ser rêya Dargeçît û Mîdyadê kir.
Di êrîşê da leşkerek şehît bû, gundparêz jî di nav da 4 wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Dargeçît û Mîdyadê.
Leşkerek û gundparêzekî demkî ku di êrîşê da birîndar bûn jî li nexweşxaneyê şehît bûn.
Qaymeqamê Mîdyadê Oguzhan Bîngol hat nexweşxaneyê û der heqê rewşa birîndaran da agahî hilda.
Li herêmê dijî terorîstan operasyon dewam dike.