03 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
VAN
Hat ragihandin ku li Çaldirana navçeya Wanê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da 8 leşker şehît ketin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li çiyayê Tendurekê li dijî rêxistina terorê operasyon hat kirin û di operasyonê da pevçûn derket.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di 2yê îlona 2016an da texmenek, 2 astsubay û 5 çawîşên pispor di pevçûnê da şehît ketin û 8 leşker jî birîndar bûn."
Hat diyarkirin ku di pevçûnan da 11 endamên rêxistinê hatin kuştin.